Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 4 hezar û 542 kesên din peyda bûye. 123 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 11 hezar û 943an. Her weha 2 hezar û 918 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 157 hezar û 756 kesan hatiye kirin.
Heta niha 16 mîlyon û 781 hezar û 245 test hatiye çêkirin. 430 hezar û 170 kes bi nexweşiyê ketine û 11 hezar û 943 kes jî pê mirine.
Heta niha 364 hezar û 573 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 3.8e û hejmara nexweşên giran jî 3 hezar û 850e. (EKN/AY)