Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 268 hezar û 893 kesan hatine kirin û di encamê de testa 37 hezar û 312 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 716 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 353 kes bi nexweşiyê mirine. 48 hezar û 27 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 563 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 667 hezar û 281e.
Her weha 38 hezar û 711 kes mirine. 4 mîlyon û 121 hezar û 671 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)