Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 362 hezar û 836 kesan hatine kirin û di encamê de testa 33 hezar û 520 kesan pozîtîf derketiye, 129 kes pê mirine û 22 hezar û 161 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 284 hezar û 540 doz derzî hatine kirin
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 936 hezar û 303 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 51 milyon û 638 hezar û 889 kesan doza 2yem, 19 milyon û 356 hezar 996 doza sêyem, li ser hev 132 milyon û 215 hezar û 015 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (RT/AY)