Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 206 hezar û 190 kesan hatine kirin û di encamê de testa 32 hezar û 102 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 5 hezar û 105 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 235 kes bi nexweşiyê mirine. 29 hezar û 247 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 988 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan mîlyon û 898 hezar û 447e.
Her weha 16 hezar û 881 kes mirine. Mîlyon û 661 hezar û 191 kes jî baş bûne. (EKN/AY)