Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 363 hezar û 536 kesan hatine kirin û di encamê de testa 30 hezar û 694 kesan pozîtîf derketiye, 181 kes pê mirine û 25 hezar û 513 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 291 hezar û 276 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 54 milyon û 799 hezar û 554 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 47 milyon û 119 hezar û 99 kesan doza 2yem, 10 milyon û 848 hezar û 660 kesan doza sêyem, li ser hev 113 milyon û 709 hezar û 533 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KÖ/AY)