Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 3 hezar û 819 kesên din peyda bûye. 103 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 11 hezar û 704an. Her weha 2 hezar û 688 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 156 hezar û 692 kesan hatiye kirin.
Heta niha 16 mîlyon û 464 hezar û 678 test hatiye çêkirin. 421 hezar û 413 kes bi nexweşiyê ketine û 11 hezar û 704 kes jî pê mirine.
Heta niha 359 hezar û 63 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 3.8e û hejmara nexweşên giran jî 3 hezar û 657e. (EKN/AY)