Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 3 hezar û 316 kesên din peyda bûye. 94 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 11 hezar û 601an. Her weha 2 hezar û 712 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 151 hezar û 516 kesan hatiye kirin.
Heta niha 16 mîlyon û 307 hezar û 986 test hatiye çêkirin. 417 hezar û 594 kes bi nexweşiyê ketine û 11 hezar û 601 kes jî pê mirine.
Heta niha 356 hezar û 375 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 3.8e û hejmara nexweşên giran jî 3 hezar û 610e. (EKN/AY)