Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 3 hezar û 223 kesên din peyda bûye. 89 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 11 hezar û 507an. Her weha 2 hezar û 561 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 142 hezar û 496 kesan hatiye kirin.
Heta niha 16 mîlyon û 156 hezar û 470 test hatiye çêkirin. 414 hezar û 278 kes bi nexweşiyê ketine û 11 hezar û 507 kes jî pê mirine.
Heta niha 353 hezar û 663 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 4.2ye û hejmara nexweşên giran jî 3 hezar û 439e. (RT/AY)