Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 351 hezar û 165 kesan hatine kirin û di encamê de testa 29 hezar û 240 kesan pozîtîf derketiye, 214 kes pê mirine û 26 hezar û 539 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 236 hezar û 122 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 54 milyon û 914 hezar û 321 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 47 milyon û 450 hezar û 26 kesan doza 2yem, 10 milyon û 876 hezar û 368 kesan doza sêyem, li ser hev 113 milyon û 971 hezar û 512 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)