Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 352 hezar û 214 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 810 kesan pozîtîf derketiye, 248 kes pê mirine û 33 hezar û 152 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 411 hezar û 865 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 54 milyon û 140 hezar û 738 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 45 milyon û 258 hezar û 194 kesan doza 2yem, 10 milyon û 538 hezar û 215 kesan doza sêyem, li ser hev 110 milyon û 745 hezar û 658 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KÖ/AY)