Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 222 hezar û 753 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 731 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 210 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 157 kes bi nexweşiyê mirine. 19 hezar û 186 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 790 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 120 hezar û 13e.
Her weha 30 hezar û 619 kes mirine. 2 mîlyon û 900 hezar û 829 kes jî baş bûne.(EKN/AY)