Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 356 hezar û 643 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 678 kesan pozîtîf derketiye, 217 kes pê mirine û 29 hezar û 296 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 205 hezar û 283 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 437 hezar û 166 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 48 milyon û 758 hezar û 456 kesan doza 2yem, 11 milyon û 177 hezar û 957 kesan doza sêyem, li ser hev 116 milyon û 486 hezar û 234 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)