Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 334 hezar û 280 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 370 kesan pozîtîf derketiye, 196 kes pê mirine û 25 hezar û 772 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 135 hezar û 57 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 54 milyon û 497 hezar û 626 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 46 milyon û 245 hezar û 192 kesan doza 2yem, 10 milyon û 743 hezar û 404 kesan doza sêyem, li ser hev 112 milyon û 360 hezar û 409 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KÖ/AY)