Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 343 hezar û 142 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 118 kesan pozîtîf derketiye, 262 kes pê mirine û 32 hezar û 249 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 494 hezar û 127 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 52 milyon û 315 hezar û 108 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 41 milyon û 435 hezar û 326 kesan doza 2yem, 9 milyon û 696 hezar û 724 kesan doza sêyem, li ser hev 104 milyon û 20 hezar û 938 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)