Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 211 hezar û 848 kesan hatine kirin û di encamê de testa 26 hezar û 182 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 6 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 138 kes bi nexweşiyê mirine. 19 hezar û 201 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 710 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 61 hezar û 520e.
Her weha 30 hezar û 316 kes mirine. 2 mîlyon û 863 hezar û 882 kes jî baş bûne.(EKN/AY)