Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 359 hezar û 420 kesan hatine kirin û di encamê de testa 25 hezar û 216 kesan pozîtîf derketiye, 207 kes pê mirine û 24 hezar û 498 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 129 hezar û 22 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 261 hezar û 687 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 458 hezar û 355 kesan doza 2yem, 12 milyon û 201 hezar 516 doza sêyem, li ser hev 120 milyon û 390 hezar û 651 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)