Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 363 hezar û 43 kesan hatine kirin û di encamê de testa 24 hezar û 467 kesan pozîtîf derketiye, 222 kes pê mirine û 29 hezar û 639 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 118 hezar û 858 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 144 hezar û 78 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 240 hezar û 356 kesan doza 2yem, 12 milyon û 46 hezar 728 doza sêyem, li ser hev 119 milyon û 844 hezar û 933 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)