Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 358 hezar û 784 kesan hatine kirin û di encamê de testa 23 hezar û 867 kesan pozîtîf derketiye, 229 kes pê mirine û 28 hezar û 543 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 155 hezar û 265 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 939 hezar û 336 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 49 milyon û 842 hezar û 72 kesan doza 2yem, 11 milyon û 774 hezar û 510 kesan doza sêyem, li ser hev 118 milyon û 883 hezar û 70 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)