Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 314 hezar û 793 kesan hatine kirin û di encamê de testa 23 hezar û 846 kesan pozîtîf derketiye, 257 kes pê mirine û 31 hezar û 322 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 685 hezar û 318 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 50 milyon û 930 hezar û 700 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 39 milyon û 599 hezar û 848 kesan doza 2yem, 9 milyon û 287 hezar û 641 kesan doza sêyem, li ser hev 100 milyon û 267 hezar û 925 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)