Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 201 hezar û 215 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 216 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 981 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 117 kes bi nexweşiyê mirine. 19 hezar û 494 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 644 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 35 hezar û 338e.
Her weha 30 hezar û 178 kes mirine. 2 mîlyon û 844 hezar û 681 kes jî baş bûne.(EKN/AY)