Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 261 hezar û 198 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 161 kesan pozîtîf derketiye, 60 kes pê mirine û 5 hezar û 463 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de milyon û 336 hezar û 724 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 40 milyon û 491 hezar û 931 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 25 milyon û 970 hezar û 268 kesan doza 2yem, 4 milyon û 633 hezar û 896 kesan doza sêyem, li ser hev 71 milyon û 96 hezar û 95 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)