Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 350 hezar û 385 kesan hatine kirin û di encamê de testa 21 hezar û 655 kesan pozîtîf derketiye, 213 kes pê mirine û 20 hezar û 007 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 56 hezar û 73 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 201 hezar û 40 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 354 hezar û 168 kesan doza 2yem, 12 milyon û 121 hezar 344 doza sêyem, li ser hev 120 milyon û 114 hezar û 498 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (RT/AY)