Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 356 hezar û 254 kesan hatine kirin û di encamê de testa 20 hezar û 874 kesan pozîtîf derketiye, 192 kes pê mirine û 29 hezar û 883 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 116 hezar û 58 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 445 hezar û 351 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 780 hezar û 761 kesan doza 2yem, 12 milyon û 489 hezar 939 doza sêyem, li ser hev 121 milyon û 276 hezar û 848 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)