Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 354 hezar û 269 kesan hatine kirin û di encamê de testa 20 hezar û 33 kesan pozîtîf derketiye, 187 kes pê mirine û 25 hezar û 611 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 131 hezar û 990 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 398 hezar û 458 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 698 hezar û 978 kesan doza 2yem, 12 milyon û 408 hezar 439 doza sêyem, li ser hev 121 milyon û 42 hezar û 428 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. ( KO/AY)