Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 158 hezar û 892 kesan hatine kirin û di encamê de testa 20 hezar û 316 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 3 hezar û 546 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 246 kes bi nexweşiyê mirine. 21 hezar û 218 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 347 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 4 hezar û 285e.
Her weha 17 hezar û 851 kes mirine. Mîlyon û 779 hezar û 68 kes jî baş bûne.(DŞ/AY)