Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 251 hezar û 194 kesan hatine kirin û di encamê de testa 20 hezar û 107 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 210 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 278 kes bi nexweşiyê mirine. 35 hezar û 529 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 260 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 998 hezar û 89e.
Her weha 42 hezar û 465 kes mirine. 4 mîlyon û 662 hezar û 328 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)