Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 319 kesên din peyda bûye. 72 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 10 hezar û 99an. Her weha hezar û 581 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 134 hezar û 416 kesan hatiye kirin.
Heta niha 13 mîlyon û 741 hezar û 180 test hatiye çêkirin. 370 hezar û 832 kes bi nexweşiyê ketine û 10 hezar û 99 kes jî pê mirine.
Heta niha 320 hezar û 762 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.0e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 916e. (EKN/AY)