Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 302 kesên din peyda bûye. 76 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 10 hezar û 402an. Her weha hezar û 521 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 139 hezar û 103 kesan hatiye kirin.
Heta niha 14 mîlyon û 264 hezar û 260 test hatiye çêkirin. 379 hezar û 775 kes bi nexweşiyê ketine û 10 hezar û 402 kes jî pê mirine.
Heta niha 327 hezar û 7 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 4.7e û hejmara nexweşên giran jî 2 hezar û 341e. (EKN/AY)