Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 202 hezar û 209 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 650 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 3 hezar û 192 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 259 kes bi nexweşiyê mirine. 34 hezar û 492 nexweş baş bûne û rewşa 4 hezar û 901 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 82 hezar û 610e.
Her weha 18 hezar û 861 kes mirine. Mîlyon û 901 hezar û 307 kes jî baş bûne.(EKN/AY)