Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 351 hezar û 536 kesan hatine kirin û di encamê de testa 18 hezar û 796 kesan pozîtîf derketiye, 171 kes pê mirine û 23 hezar û 242 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 148 hezar û 238 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 544 hezar û 501 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 916 hezar û 533 kesan doza 2yem, 12 milyon û 684 hezar 778 doza sêyem, li ser hev 121 milyon û 804 hezar û 778 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (AEK/AY)