Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 351 hezar û 253 kesan hatine kirin û di encamê de testa 18 hezar û 762 kesan pozîtîf derketiye, 176 kes pê mirine û 24 hezar û 497 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 853 hezar û 834 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 684 hezar û 204 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 51 milyon û 202 hezar û 223 kesan doza 2yem, 14 milyon û 786 hezar 162 doza sêyem, li ser hev 124 milyon û 912 hezar û 525 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (AY)