Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 287 hezar û 947 kesan hatine kirin û di encamê de testa 18 hezar û 163 kesan pozîtîf derketiye, 165 kes pê mirine û 16 hezar û 642 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 998 hezar û 279 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 44 milyon û 357 hezar û 493 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 33 milyon û 342 hezar û 431 kesan doza 2yem, 6 milyon û 815 hezar û 458 kesan doza sêyem, li ser hev 84 milyon û 547 hezar û 410 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)