Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 195 hezar û 675 kesan hatine kirin û di encamê de testa 18 hezar û 102 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 3 hezar û 218 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 254 kes bi nexweşiyê mirine. 33 hezar û 985 nexweş baş bûne û rewşa 4 hezar û 805 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 100 hezar û 712e.
Her weha 19 hezar û 115 kes mirine. Mîlyon û 935 hezar û 292 kes jî baş bûne.(EKN/AY)