Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 296 hezar û 866 kesan hatine kirin û di encamê de testa 17 hezar û 426 kesan pozîtîf derketiye, 90 kes pê mirine û 22 hezar û 184 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 57 milyon û 759 hezar û 605 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 52 milyon û 939 hezar û 958 kesan doza 2yem, 27 milyon û 516 hezar 735 doza sêyem, li ser hev 146 milyon û 561 hezar û 848 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (AY)