Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 286 hezar û 425 kesan hatine kirin û di encamê de testa 17 hezar û 332 kesan pozîtîf derketiye, 255 kes pê mirine û 11 hezar û 396 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 319 hezar û 371 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 47 milyon û 797 hezar û 199 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 36 milyon û 636 hezar û 290 kesan doza 2yem, 8 milyon û 350 hezar û 826 kesan doza sêyem, li ser hev 93 milyon û 4 hezar û 856 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(RT/AY)