Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 349 hezar û 193 kesan hatine kirin û di encamê de testa 16 hezar û 910 kesan pozîtîf derketiye, 171 kes pê mirine û 22 hezar û 858 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 660 hezar û 272 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 51 milyon û 161 hezar û 679 kesan doza 2yem, 14 milyon û 248 hezar 291 doza sêyem, li ser hev 124 milyon û 58 hezar û 691 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (RT/AY)