Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 158 hezar û 386 kesan hatine kirin û di encamê de testa 16 hezar û 749 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 874 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 71 kes bi nexweşiyê mirine. 17 hezar û 893 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 474 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 911 hezar û 642e.
Her weha 29 hezar û 623 kes mirine. 2 mîlyon û 734 hezar û 862 kes jî baş bûne.(EKN/AY)