Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 183 hezar û 117 kesan hatine kirin û di encamê de testa 15 hezar û 805 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 783 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 257 kes bi nexweşiyê mirine. 21 hezar û 4 nexweş baş bûne û rewşa 4 hezar û 191 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 178 hezar û 580e.
Her weha 20 hezar û 388 kes mirine. 2 mîlyon û 58 hezar û 437 kes jî baş bûne.(EKN/AY)