Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 226 hezar û 452 kesan hatine kirin û di encamê de testa 14 hezar û 497 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 582 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 278 kes bi nexweşiyê mirine. 22 hezar û 253 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 975 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 59 hezar û 433e.
Her weha 43 hezar û 589 kes mirine. 4 mîlyon û 766 hezar û 124 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)