Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 146 hezar û 386 kesan hatine kirin û di encamê de testa 14 hezar û 46 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 821 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 63 kes bi nexweşiyê mirine. 9 hezar û 231 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 310 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 835 hezar û 989e.
Her weha 29 hezar û 290 kes mirine. 2 mîlyon û 659 hezar û 93 kes jî baş bûne.(EKN/AY)