Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 223 hezar û 837 kesan hatine kirin û di encamê de testa 14 hezar û 230 kesan pozîtîf derketiye, 55 kes pê mirine û 5 hezar û 211 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 547 hezar û 997 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 39 milyon û 482 hezar û 796 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 22 milyon û 840 hezar û 591 kesan doza 2yem, 3 milyon û 819 hezar û 417 kesan doza sêyem, li ser hev 66 milyon û 142 hezar û 804 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(EMK/AY)