Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 172 hezar û 113 kesan hatine kirin û di encamê de testa 14 hezar û 205 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 806 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 254 kes bi nexweşiyê mirine. 21 hezar û 196 nexweş baş bûne û rewşa 4 hezar û 309 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 147 hezar û 578e.
Her weha 19 hezar û 878 kes mirine. 2 mîlyon û 15 hezar û 230 kes jî baş bûne.(RT/AY)