Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 182 hezar û 645 kesan hatine kirin û di encamê de testa 13 hezar û 830 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 458 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 191 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 702 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 303 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 283 hezar û 931e.
Her weha 22 hezar û 70 kes mirine. 2 mîlyon û 164 hezar û 40 kes jî baş bûne.(EKN/AY)