Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 181 hezar û 323 kesan hatine kirin û di encamê de testa 13 hezar û 695 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 508 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 197 kes bi nexweşiyê mirine. 9 hezar û 896 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 522 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 255 hezar û 607e.
Her weha 21 hezar û 685 kes mirine. 2 mîlyon û 146 hezar û 430 kes jî baş bûne.(EKN/AY)