Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Min bi rastî jî hemû tiştên xwe winda kirin lê me dîsa dest bi jiyanê kir. Gelek nas û dostên min can dan. Xizmê min can da. Birayê min li Sûriyeyê can da. Di nava van travmayan de min ji tunebûnê dest pê kir. Ez fêrî zimanekî nû bûm. Ez bi zimanê we diaxivim. Ez hewl didim entegre bibim. Lê na, dibêjin ‘bisekine’, dibêjin ‘tu ne aîdî vir e’. Ji xwe ez naxwazim xwe aidî vir bihesibînim. Ez dixwazim entegre bibim, lê dîsa jî nabe.”
Dûaa Mûhammedê li Stenbolê dixwest xaniyekî ji xwe re kirê bike lê ji ber ew ji Sûriyeyê ye, xwediyên xaniyan xaniyên xwe bi kirê nedane wê. Mûhammeda ku piştî du mehan li xaniyan geriyaye û nediye, bi van gotinên li jor, behsa rewşa xwe kir.
Dûaa Mûhammed yek ji wan kesan e ku ji ber şerê ji Sûriyeyê hatiye li Tirkiyeyê bi cih bûye. Ji 2014an û vir ve li Tirkiyeyê dijî. Li Zanîngeha Anadolûyê di Fakulteya Perwerdeya Vekirî de xwendekara beşa Têkiliyên Navnetewî ye. Li Dîlokê di saziyeke sivîl de kar dike. Piştî perwerdeya wê ya lîsansê biqede, dixwest li perwerdeya lîsansa bilind dewam bike. Ji ber wê jî hatiye li Stenbolê ji xwe re li xaniyekî bi kirê geriyaye. Lê piştî ku du mehan li xaniyan geriyaye û xanî nediye, bi şûn de vegeriyaye Dîlokê.
"Ji ber sûriyeyî me xaniyên xwe bi kirê nadin min"
Em bi rêya telefonê pê re axivîn û wê got ku dest ji lêgerîna xaniyan berdaye.
“Ev du meh in ez li xaniyan digerim. Ez dixwazim li Mecidiyekoy, Şişli, Bahçelievler, li nêzîkî Metrobusê be. Di destpêka axavtinê de dibêjin tu dikarî xaniyî kirê bikî. Paşê ez dibêjim ‘Ez ji Sûriyeyê me’. Dibêjin ‘Na, xwediyê/a xaniyî naxwaze bide sûriyeyiyan’. Ez hewl didim biaxivim. Ez dibêjim ‘xwendekar im. Her weha kar dikim. Ez pêşdarazan fam dikim. Baş û xirabên her derê hene. Dibe ku tecrubeyeke xirab di ser serê xwediyê/a xaniyî re bihurî be, lê ne rast e û hemû kesan bikin weke hev’. Dibêjin ‘Na.’
Di çend mehên dawiyê de Tanjû Ozcan, Saredarê Boluyê yê CHPyî, gotibû ku ew ê heqê baca avê û ya zibilî ya biyaniyan 10 qatan zêde bikin.
Dîsa Ergun Tûran, Şaredarê Fatîhê, navçeya Stenbolê yê AKPyî çend roj berê gotibû ku ew êdî nehêlin li Fatîhê xelk xaniyên xwe bi kirê bidin sûriyeyiyan û penaberan. Her weha diyar kiribû ku di 8 mehan de 7 hezar penaber ji Fatîhê çûne.
Dûaa Mûhammed jî yek ji wan kesan e ku di vê demê de ji xwe re li xaniyê kirê digeriya lê nedît. Heta niha bi 40 50 kesên ku xaniyên xwe dane ber kirê re axiviye. Lê hemûyan jî heman bersiv dane wê. Ev ne tenê hatiye serê wê tenê. Li derdora wê çar pênc kesên din jî di heman rewşê de ne:
“Hevaleke min a din heye. Mala xwe anî Stenbolê. Zewicî ye û du zarokên wê hene. Ez him ji bo xwe him jî ji bo wê li xaniyan digeriyam. Li Zanîngeha Stenbolê dixwîne. Her weha kar dike. Ez van dibêjen. Dibêjim ‘mihasib e’. Dipirsin, ‘Ji ku ye?” Dema ez dibêjim ji Sûriyeyê ye. Dibêjin ‘Na, em naxwazin’.”
"Ez nefterê ji pirsa 'tu ji ku yî?' dikim"
Malbata wê û xwişka wê ya li Hatayê dimînin jî niha li xaniyên kirê digerin lê kes xaniyan nadin wan. Xwediyên xaniyên wan bi sedema ku “wê zarokên xwe bizewicîne” ew ji xaniyên wan derxistine.
“Carna dibêjin em biyaniyan naxwazin. Carna dibêjin em xwendekaran naxwazin. Êdî ez dibêjim ‘Ez tirkmen im’. Ez dibêjim ‘Ez tirkmena ji Sûriyeyê me’. Dîsa nadin. Dibêjin ‘Tirkmenistan?’. Ez dibêjim ‘Na, tirkmena ji Sûriyeyê me’. Dibêjin ‘Na’. Car caran ez neçar dimînim û nasnameya xwe vedişêrim. Min xwe veşart yanî. Hiseke zehmet e. Ez nizanim ez ê çawa bibêjim. Lê ji bi mirovan gelekî girîng e ku bê ka ez ji ku me. Car caran ji bo tiştên nebaş nekin ji min, ez nabêjim ez ji ku me. Êdî kî dipirse, ez bersivê nadim. Ez dibêjim ma bibêjim wê çi biguhere. Ez ji pirsa ‘Tu ji ku yî?’ nefretê dikim. Ez mirov im. Ya girîng ev e.”
Muhammedê diyar kir ku li Tirkiyeyê penaberê gelekî zehmet e û ti penaber nînin ku cidakarî lê nehatibe kirin. Her weha got ku bi taybet jî ji bo penaberên jin gelekî zehmetir e.
“Dema cidakarî bi destê dewletê were kirin encamên neyênî zêdetir dibin”
Parêzer û mafnas Abdulhalîm Yilmazî ev rewşa heyî bi gotina “cidakarî” binav kir. Yilmazî diyar kir ku li gorî Qanûna Cezayan a Tirkan ev sûc e. Her weha ger şexs an jî sazî vî sûcî bikin Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê dikarin ceza bidin.
Yilmazî her weha destnîşan kir ku ger otorîteyên dewletê û yên fermî van tiştan bikin wê encamên neyênî zêdetir bibin.
Ji Komeleya Medya û Koçberiyê Dîlek Îçtenê jî behsa rola medyayê ya di cidakariya li dijî penaberan kir û got ku sê trendên esasî hene. Li gorî Îçtenê “Yek ji wan, nûçeyên di medyayê de bêbingeh û ne zelal in. Ya din ziman û gotin ne objektîf in û ya din jî penaber di medyayê de dibin mijara nûçeyên neyênî.” (FD)