Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Du xwendekaran li taxa Gazîyê ya Stenbolê wêneyê çayçêkera(ketila) Selahattîn Demirtaşî çêkiriye, polîsan ew desteser kirine, Dadgeha Stenbolê biryara girtina wan daye.
Şeva dî du xwendekaran piştî wêneyê ketilekê li ser dîwarekê xêz kirî dema nivîsên “hêvî” û “HDP” dinivîsîn hatine girtin.
Dozgeriya Dadgeha Stenbolê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê” doz li wan vekiriye.
Çima çayçêker?
Berbijarê serokkomariyê yê Partiya Gelan a Demopkratîk(HDP), Selahattîn Demirtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê ve li Girtîgeha Edirneyê ye.
16ê Îlona 2017ê ji ber parvekirinên wî yên li ser hesabê wî yê Twîtterê hin rayedaran pirsîbû “gelo çawa girtîyek dikare peyaman parve bike?”
Karmendên girtîgehê jî ji bo dîtina telefonekê odeya Demirtaşî kontrol kiribû. Demirtaşî li ser vê yekê gotibû ew peyaman bi çayçêkera xwe dişîne.
Peyamên Demirtaşî endamên malbata wî û parêzerên wî jê distînin û li ser hesabê wî têne belavkirin.
(AS/MB)
Çavkanî: Yeni Yaşam, MA, Sendika.org