Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Duh (12ê Nîsanê) li kampusa Rûmelîhîsarustu ya Zanîngeha Bogazîçiyê, 2 xwendekar hatine desteserkirin.
Li gorî zanyariyên ku parêzer Înayet Aksuyî da bianetê, di encama desteserkirina van 2 xwendekaran re, hejmara xwendekarên desteserkirî gihiştiye çar an.
Ji çar xwendekaran yek ji wan 7 roj in ku desteserkirî ye yek jî 4 roj in desteserkirî ye.
Aksûyî diyar kir, xwendekar di çarçoveya wê lêpirsînê de hatine desteserkirin ku beriya niha ji heman zanîngehê 10 xwendekar hatibûn girtin.
Çi bûbû?
Di 19ê Adarê de komek xwendekar ji bo pîrozkirina çûna Efrînê ya leşkeran dest bi belavkirina liquman kirine. Komek xwendekarên li dijî şerî pankartek vekiriye û ev yek protesto kiriye. Hat îdiakirin ku hingê êrîş li maseyê liquman hatiye kirin.
Di 20ê Adarê de, şaxê ciwanan yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) “êrîşa li maseyê liquman” protesto kiriye û digel polîsan meşiyaye.
Serokatiya zanîngehê bi daxuyaniyeka nivîskî diyar kiriye “êrîşa li standê nayê qebûlkirin.”
Di 22yê Adarê de polîsan bi ser mala xwendekarên şernexwaz de girtine û ew desteser kirine. Xwendekarên ji desteserkirinê nerazî li medyaya civakî dane zanîn ku “xwendekarên di roja bûyerê de ne li zanîngehê jî hatine desteserkirin, ev yek nîşan dide ku tê xwestin muxalefet bêdeng bibe.”
24ê Adarê roja Şemiyê Erdogan li Samsûnê axivî û wî got; “Ew xwendekarên komunîst, ew ên xayîn, ew ên terorîst maseyên wan belav dikin. Em derbarê wan xwendekarên terorîst de her cure xebatan dikin. Em ê mafê xwendina li zanîngehê nedin wan xwendekaran”.
Di navbera 22 û 30ê Adarê de di encama serdegirtina malan de û li kampusan 16 xwendekar hatin desteserkirin. 9 ji wan, 4ê Nîsanê hatin girtin. 6 jî bi şertê kontrola edlî serbest man.
Ji ber lêpirsîn neqediya bû desteserkirina xwendekarekî li Midûriyeta Emniyetê berdewam dikir. Di vê esnayê de xwendekarek ji Civaka Ramanê ya Marsîstan (MFT), ji bo piştgiriya hevalên xwe yên girtî, dest bi kampanyaya nameşandinê kiribû. Ev xwendekar jî hatibû desteserkirin. Li gorî vê encamê hejmara xwendekarên lêpirsîna wan berdewam dikir, gihiştibû 2yê. Yek ji van xwendekaran hatibû girtin, ê din bi şertê kontrola edlî serbest mabû. Yanî hejmara xwendekarên hatibûn girtin, gihiştibû 10an. (TP/FD)