Fotograf: Can Candan
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di çarçoveya protestoyên têkildarî Melîh Bûlûyî de ku weke rektor ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû tayînkirin, pêşangehekî li Kampûsa Başûr a Zanîngehê hatibû li darxistin. Di pêşangehê de ji ber ku dîmenekî Kabeyê û alayan LGBTİ+yan pêkve ne derbarê 7 xwendekaran de doz hatibû vekirin. Yekem danişîna dozê li Edliyeya Stenbolê kul i Çaglayanê ye destpêkir.
Hat dîtin ku berê danişîn dest pê bike polîsan tedbîrên ewlekariyê zêdekirine.
Ahmet Şik, Huda Kaya, Bariş Atay, Sera Kadigîl, Ozgur Ozel û Canan Kaftancioglû, Seroka Bajarê Stenbolê ya CHPyê tevlî danişînê bûne.
Danişîn di 12em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat û bi tespîtkirina nasnameyan di saet 14.40an de dest pê kir.
Parêzer Levent Pîşkîn di danişînê de daxwaza lêvegerandina îdianameyê kir lêbelê dadwer got, “Ji xwe îdianame hat qebûlkirin. Ji hemû bersûcan re hat şandin. Lê ez ê carekî din bidim xwendin.”
Pîşkînî daxwaza beraetkirina xwendekaran kir û got, “Ji ber naverokê di nava civakê de rastî tu bertekê nehatiye û ji ber vê di çarçoveya azadiya derbirînê de maye.”
D.D., xwendekarê girtî ji bo parastinê dor girt û got, “Çi armancekî me yê aliyek an go kesek piçûk bixe nîne. Endamtiya min ya fermî an go nefermî bi çi komek xwendekaran ve nîne. Ez sûcdarkirinan qebûl nakim.
Parêzerê D.D. daxwaza bereatkirina miwekilê xwe xwest.
S.B: “Tacîz li min kirin”
S.B.ya ku bi awayekî negirtî tê dadkirin di parastina xwe de diyar kir û got, “Armanca me ya ewil ew bû ku ji bo xwendekar xwe îfade bike paltformek ava bike. Em di nûçeya Yenî Şafakê de weke hedef hatin nişandan. Kesên ku di nav gel de kîn û nefrete çêdikin ev kes in. Nêzîkî meheke ez bi vê kelemçeya ku hûn dibîne di linge min de ye, li mal im. “Tacîz l imin kirin, Tevî ku ez dixebitîm ez nikaribûm biçûma kar, min nikarîbû kirêya xwe bida.”
Piştî parastina Parêzerê S.B.yê dadgehê biryara derxistina kelemçeyê da û S.B. wê di hefteyê de carê biçe îmzeyê bide.
Piştî navberê dadgehê biryara tehliyebûna D.D. û S.C.U. da û danîşîna duyem taloqî 5ê Tîrmeha 2021ê kir.
"Xwendekarên me demildest azad bikin"
Akademîsyen û xwendekarên ku bi banga Piştevaniyê Bogazîçiyê li pêş Edliyeya Stenbolê kom bûbûn, bere ku danişîn destpêbike daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
“Em îro ji bo ku piştgiriyê bidin danişîna 7 xwendekarên xwe li vir in. Xwendekarên me di 29ê Kanûna Paşiyê de ji ber ku tayînkirina rektor bi awayekî nerewa ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê protesto kirin, hatin desteserkirin. Ji xwendekarên me hinek bi awayekî girtî tên dadkirin hinek jî negirtî. Ji 30ê Kanûna Paşiyê heta niha 2 xwendekarên me li Girtîgeha Metîsê girtîne. 2 jî di mal de zîndanîkirîne û ji azadiyê bêpar hîştine.”
“Em weke dersdarên Zanîngeha Bogazîçiyê ji 4ê Kanûna Paşiyê pê ve dibêjin ‘Em Qebûl Nakin, Em Dest Jê Bernadin’.
“Rexne û protesto maf e. Xwendekarên me ev mafên xwe bikaranîye em sucdarkirinan qebûl nakin. Em dixwazin xwendekarên me demildest azad bikin.”
(DŞ/NÖ/AY)