Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Du stranên rapê yên ku rapbêjan rojekê li du hev gotine, di rojeva medyaya civakî de cihekî girîng girtiye û derketiye rêza yekem.
Îro saet di 00:00 ê de rapbêj Ezhelî strana xwe ya bi navê "Bûyer” (Olay) parve kiriye. Duh jî bi pêşekiye rapbêj Şanişerî, rapbêj Fuat, Ados, Hayki, Server Uraz, Beta, Tahribad-İsanyan, Sokrat St, Ozbi, Deniz Tekin, Sehabe, Yeis Sensura Aspova, Defkhan, Aga B, Mirac, Mert Şenel û Kamufle bi hev re strana bi nave "Ez ê nikarim bêdeng bimînim” li ser Youtube hatiye barkirin.
Strana “Ez ê nikaribim bêdeng bimînim” (Susamam) li ser Youtube di lîsteya trendê de di rêza yekem de cih girtiye.
Di medyaya civakî de her du stran weke stranên mixalif hatine nirxandin û di twitterê de jî di rêza yekem de cih girtine.
(DG/FD)
*Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye