Fotograf: Ozkan Bilgin / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Welatiyan li Zozanên Berçelanê yên Colemêrgê du sîsark dîtine. Tîma Parkên Netewî û Parastina Xwezayê her du sîsark ji bo dermankirinê birine Wanê.
Sîsark li Navenda Rehabîlîtasyonê û Parastina Ajalên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê tên dermankirin. Li gorî zanyariyan, baskê sîsarka biçûk şikestiye û sîsarka sor jî bêhal e.
Sîsark piştî baş bibin wê wan bibin cihê ku lê hatine dîtin û bera nava xwezayê bidin.
Midûrê Navendê Prof. Dr. Lokman Aslanî gotiye ku ajalên bibask ên li hewdê Gola Wanê dibînin, wan derman dikin.
Aslanî ji Ajansa Anadolûyê gotiye ku îsal wan şeş sîsark li navenda xwe derman kiriye: “Sîsarka biçûk, sîsarka sor, sîsarka reş û sîsarka birih li Colemêrg û derdorê hatin dîtin û birîndar bûn. Piştî li navenda me hatin dermankirin ew bi şûn de li xwezayê hatin vegerandin. Li gorî lêkolînên me, sîsark zozanên ku berate lê zêde dibin ji xwe re dikin war. Sîsark ref bi ref tên dîtin. Ajalên ku diwestin tînin cem me. Sîsark zibilên xwezayê kom dikin. Xwezayê paqij dikin.
“Nahêlin nexweşî belav bibin. Berateyan yekser ji holê radikin û nahêlin mîkrop li der û dorê belav bibin. Her zindîwerek li xwezayê erkeke wî heye û xweza mal û milkê hevbeş ê hemû zindîweran e. Divê em xweza û zindiyan biparêzin.” (TY/FD)